Header Ads

Header ADS

Serpêhatiya avakirina muzexaneyekê li Geliyê Goyan(Ortadogu News)

Serpêhatiya avakirina muzexaneyekê li Geliyê Goyan 

 Serpêhatiya avakirina muzexaneyekê li Geliyê Goyan


Seyda Goyanî kelûpelên xelkê herêma Goyanê beriya bi 30-40 salî bikardianîn ji nava gilêş û axurên malan derxistiye û li muzexaneyê daniye. 

Di sêgoşeya Şirnex, Elkî û Zaxoyê de

Muzexane ji 2 jûrên biçûk  pêk tên û heger Goyan derfetê bibine wê odeyeke din jî li mala xwe bo muzexaneyê terxan bike. Seyda Goyan bo OrtadoguNewsê behsa çîroka avakirina muzexaneya xwe kir. 

Seyda Goyan dibêje; 

“Goyî, hozeke ji hozên naverasta navçeya Botan e.   Goyan, hem navê eşirê, hem jî navê wê deverê ye. Di sêgoşeya Şirnex, Elkî û Zaxo de ye. Hozeke xizan e. Zeviyê wan bo kiştûkalî nabe, hemî çel û çiya ne. Jiyana wan ser xudankirina pez dewaran e. Kêm kes jî ticareta qaçax ser hidûdê Zaxo dikin. Li pişta gundê me (Ripinê) kanek axekî teybet heye ji bo pêdiviyên firaxên malan wekî, cer û misîn û kûz, dîzik, kûçxane, zincikên zarokan. Ji bo malê çi pêwîst dike hertişt çêdikirin. 

Heta Silopî û Colemêrgê dihatin firotin

20 jinên gundê me jiyana zarokên wan bi çekirina wan amûran îdare dikirin. Bazirganiyek  lokalî, navçeyî hebû. Jinan çedikirin, mêre wan li pişta dewaran dikirin ji Silopî heta gundên Colemêrgê dibirin difirotin  beramberê wê didan genim ceh û dexlûdan. 

Ev kelepûr heta sala 1985an dewam kir. Piştî rûdanên li welêt kar jî têk çû jinên sanatkar jî çûn ber rehma Xwedê. 

Destkariya wan a  li pişt xwe de hiştin nehatin parastin. Xaniyê nû bi beton hatin avakirin  ewan avêtin ser gilêşan. Ev destkarî, jiyana gel ya bi sedan salan bû êdî bû wek nirxeke millî, divê bêne parastin. Ez bist rojan ketim govên pez û dewaran, min wan ser gilêşan kom kirin. 

“Gilêşpaqijê Şaredariyê”

Dema min van kelûpelên nirxên dîrokî yên hatî terikandin “wekî zimanê me” welatiyên min kenê xwe bi min dikirin digotin, “qey li Batmanê karek nebû tu bikî tu hatî vir bûyî Gilêşpaqijê Şaredariyê” (çopçûyê şaredariyê) min ew destkariyên jin û mêran ên bi sedan salan bûne parçeyekî ji jiyana gel, bûne nirxên dîrokî min anîn malê, ciwan şûşt, di ber şüştinê de jî di dilê kûr de, girîyê min bi halê me û kenê cehaleta wan dihat. Eger me terka zimanê xwe nekiriba me qedr û qîmetê çand û nirxên netewayetî bizanîba ew tiştên min li ser gilêş û govan de kom kirî cihê wan hêjayî li muzexaneyan bû bihatiba parastin.

Goyan: Devereka xizan

Devera me devereke xizan e, ne cihe şaristaniyeke dîrokî ye kû kelûpelên herêmên din lê hebin.

Kare/kewar (Wêne: Seyda Goyan) 

Ew tişten min kom kirî tenê ên ji wê deverê ne. Ev kare  an jî bi navekî din kewar, ambara dexlûdanê ye. Ev kewar dinyayê de di vê modelê de yekem mînak e.  Ew dem jiyana wan xweristî bû. Her pêdiviyên xwe ji xwerista deverê sûd digiritin. Heta ev kare, kewar bûye mijara gotinên peşiyan, Tu çi bikî karê ew tê xwarê. Gelek destkariyên deverê hene destê min negihaya wan. Yan temamî berze bûne yan jî ez rastê wan nehatime. 

Ev tiştên min li ser gilêşan kom kirî bûne nirxen neteweya gele kurd.  Cihe daxê ye em nizanîn ev karesata tê serê me ji bo çi ye. Em qedrê nirxên xwe nizanîn. Zarok dema tên lê temaşe dikin ji min dipirsin, “ev e çi ye, bo çi tê bikaranîn?  Em van amûrane nû dibînin” Ev e kêmasiyeke bo paşerojê ev nifş kelûpelên beriya 30 salan di her malekî de hebûn mixabin ne navê wan dizanin û ne jî de berê de dîtibûn “

Seyda Goyan kî ye?

Cemawera kurdan û ehlê dengbêjî, folklor û edebiyatê hemûyan navê Seyda Goyan bihîstiye. 

Goyan 28 sal e xisûsî li gund û bajarên Botanê yö Bakurê Kurdistanê digere û kelepora devkî ya kurdan tomar dike. 

Seyda Goyan heta niha bi hezaran keresteyên folklorî tomarkirine û bi hezaran berhem jî li studyoya wî ya li malê parastîne.  

Goyan herwiha derbarê berhevkariyê jî de 4 pirtûk nivîsandine. Herwiha 3 pitûkên wî niha amade ne bo çapxaneyê. Kitêbên wî derbarê destanên kurdî, stranên govendan ên  folklorîk  in. Herwiha Seyda Goyan derbarê herêma Goyan Ansîklopediyek jî amade kiriye. 

Bi dema berbelavbûna nexweşiya vîrusa COVID-19 ango Koronayê di sala 2020an de Goyan jî berê xwe dide gundê Ripinê yê li Geliyê Goyan û dest bi avakirina muzexaneyeke etnografîkî dike.  

---

Hevpeyvîn:  Salih Bedirxan / Ortadogu News

msbedirxan@gmail.com

Wêne: Seyda Goyan

Edîtor: Murat Bayram

Çavkanî: ji malpera http://www.ortadogunews.com/ozel-haber/serphatiya-avakirina-muzexaneyek-li-geliy-goyan-h4187.html

Hiç yorum yok

Blogger tarafından desteklenmektedir.